• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li dor nûçeyeke çêkirî

Li dor nûçeyeke çêkirî
Daxuyaniya wezareta darayî û aboriya herêma Kurdistanê ku îro roja yekşemiyê 12.07.2015ê hatiye weşandin, bi belge wê yekê îspat dike ku, çi hêsankarî û monopolî ji bo çi bankayên sektora taybet li herêma Kurdistanê nehatiye kirin û hemû ew kanalên ragehandinê yên nehsa tiştên wisa yên bêesas dikin bi belge diyar dike ku direwin, em wan nûçe û got-gotkan red dikin ku qowaye xwediyê Bankaya Navdewletiya Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê ye yan jî pişk tê de heye.

Ev kanalên nûçeyên bi vî awayî, yên bêesas û dûr ji rastiyê diweşînin hurmetê ji xwedîyên xwe, bîner, guhdar û xwendevanên xwe re nagirin. Ew nûçe bi timamî ji rastiyê dûrin û çêkirîne û bi tenê ji bona şêlûkirina rastina li ber çavên xelkê û jirêderxistina rewşa siyasîya herêma Kudistanê ne. Baştirîn belge jî daxuyaniya bibelgedara wezareta darayî û aborî ku îro weşandiye ye.

Sanî Ergoşî

Sekreterê rojnamevaniyê serokwezîrê herêma Kurdistanê

12.07.2015
Top