Hewlêr – Ji malbatekê 11 kes tevlî DAIŞê bûne!
Welatiyê bi navê Ebdulhadî Mihemed Sabîr, ku bi eslê xwe xelkê devera Berdereşê ya Dihokê ye, niha li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê dijî. Du jin û 10 kurên wî hene.
Xizmekî Ebdulhadî ji Rûdawê re got, 5 kurên wî tevlî DAIŞê bûne ku yek ji wan bi navê Mehdî sala 1994ê tevlî El Qaîdê bibû lê paşê tevlî DAIŞê bû û niha li Mûsilê bûye rayedarekî mezin ê DAIŞê.
Wî jêderî her wiha got, sê kurên din ên Ebdulhadî (Zekeriya, Îdrîs, Yehya) jî li Mûsilê ne û tevlî DAIŞê bûne, birayekî wan bi navê Îsmaîl jî edamê DAIŞê ye û li Qeterê dimîne.
Li gorî agahiyên Rûdawê, Îdrîs sala 2010ê bi tohmeta endamtiya El Qaîdê hatibû girtin û li girtîgeha Zirka ya Dihokê dima lê sala 2012 bi 10 girtiyên din re tunêl vedabûn û ji girtîgehê reviyabûn.
Hêzên ewlehiyê demekê beriya niha 5 kurên Ebdulhadî û hefteya borî jî Ebdulhadî girtin.
Rayedarekî Asayişa Herêma Kurdistanê li ser girtina wan ji Rûdawê re got, ew bi tohmeta alîgirtî û alîkarîkirina çekdarên DAIŞê hatine girtin lê heta niha bi temamî nehatiye îsbatkirin. Eger tohmetên wan hatin îsbatkirin wê demê dê bên cezakirin.
Hat gotin ku kurê Ebdulhadî yê bi navê Îsmaîl ku li Qeterê dimîne, di karûbarên darayî yên DAIŞê de kar dike. Wî sala 2010ê bi alîkariya birayê xwe Îdrîs, otomobîlên El Qaîdê ji Qeterê derbasî nav Mûsilê dikir.
Jibilî wan kesan, sê birayên din jî ji bajarokê Berdereşê tevlî DAIŞê bibûn lê her sê ji aliyê Pêşmerge ve hatin kuştin. Yek ji wan, çekdarê bi navê Muwefeq Esed bû ku pêşmergeyê bi navê Hucam Sûrçî şehîd kiribû.
Rudaw
