• Wednesday, 18 February 2026
logo

Kurd ji Reqayê hatin vederkirin

Kurd ji Reqayê hatin vederkirin
Rêxistina tundrew a DAIŞ'ê bi fermana zorê Kurd ji bajarê Reqa ya Suriyê veder kirin û dest danî ser mal û milkên wan.

Rêxistina tundrew a DAIŞ’ê bi fermana zorê Kurd ji bajarê Reqa ya Suriyê veder kirin û dest danî ser mal û milkên wan.

Malpera ErebiyeNet raporek liser rewşa Kurdan li Reqayê belav kir û da zanîn ku di destpêka raperîna Suriyê de nêzîkê 400 hezar Kurd li Reqayê hebûn lê niha Kurd l vî bajarî nemane.

Di raporê de cih dide axavtinên yek ji çalakvanên medenî yê Reqayê Ebubekir Mexrîbî ku dibêje: ”DAIŞ’ê Kurdên Reqayê bi piştevanî û alîkariya hêzên Kurd û hevpeymaniya navdewletî tometbar dikir. 72 demjimêr wext da wan daku bajêr bicîh bihêlin. Ji wan re got; ewên li bajêr bimînin dê bêne girtin. Pirraniya Kurdên bajêr an çûne aliyê bakûrê welat (Rojava) an jî çûne aliyê Tedmûrê.”

Ebubekir Mexrîbî di berdewama axavtinên xwe de diyar dike ku piştî wextê hatibû diyarkirin xilasbû, çekdarên rêxistinê di nav bajêr de ketine pey Kurdan daku wan peyda bikin û ceza bikin.”

Di raporê de tê gotin ku eşîr û malbatên Kurdan hene ku dêrîn in û demek pir dirêje li vî bajarî dijîn lê Kurdî jibîr kirine. Beriya destpêka raperîna Suriyê 25 ji sedî şêniyê Reqayê Kurd bûn, naverastê bajêr û her wiha pirraniya taxên weke Endulus, Rumêle, Qitar û Dirîye Kurd bûn.

Di raporê de hatiye destnişan kirin ku di sala 2011′ de, destpêka raperîna gel li Suriyê de jimareyek berçav ê gencên Kurd ên Reqayê di xwepêşanan de cîh digirtin û çalak û berçav bûn.

Rapor dibêje piştî hatina DAIŞ’ê vê rêxistinê jiber alîkarî û piştgiriya PYD’ê dest daniye ser mal û milkên gelek kesan.


Basnews
Top