• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hêzên Pêşmerge gundekî Şingalê ji destê DAIŞê derxistin

Hêzên Pêşmerge gundekî Şingalê ji destê DAIŞê derxistin
Piştî şerekî giran, hêzên Pêşmerge bi dehan çekdarên DAIŞê kuştin û gundekî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê ji destê wan standin.

Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê Haşim Sîteyî ji Rûdawê re got, îro danê sibê li gundê Gabara yê Şingalê, şerekî giran di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derket.

Haşim Sîteyî da zanîn, şer ji saet 8:00 heta 11:00 dewam kir lê di dawiyê de hêzên Pêşmerge gund ji destê çekdarên DAIŞê derxistin.

Li gorî agahiyên wî fermandeyê Pêşmerge, di wî şerî de herî kêm 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û yên din jî reviyan.

Gundê Gabara ku dikeve bintara çiyayê Şingalê, şeva borî ji aliyê şervanên êzîdî ve hatibû valakirin ji ber wê jî çekdarên DAIŞê gund giritbûn.

Rudaw
Top