• Wednesday, 18 February 2026
logo

Parlamenterê AKP’ê Yildiz: Em bi HDP’ê re koalîsyonê nakin

Parlamenterê AKP’ê Yildiz: Em bi HDP’ê re koalîsyonê nakin
Parlamenterê AKP'ê Taner Yildiz got heger hat û ligel HDP'ê koalîsyon pêkanîn û Wezareta Parastinê jî dane vê partiyê, hingî ev rewş dibe rewşek pêkenînê wê demê PKK û ev wezaret têne gel hev.

Parlamenterê AKP’ê Taner Yildiz got heger hat û ligel HDP’ê koalîsyon pêkanîn û Wezareta Parastinê jî dane vê partiyê, hingî ev rewş dibe rewşek pêkenînê wê demê PKK û ev wezaret têne gel hev.

Parlamenterê AKP’ê û Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz daxuyand ku ew li ser koalîsyona li gel CHP û MHP’ê disekinin lê koalîsyona ligel HDP’ê nafikirin.

Yildiz beşdarî civînek partiya xwe bû û derbarê pêvajoya piştî hilbijartinan de axivî. Taner Yildiz got ku hikûmet wê bi beşdariya aliyan pêk were û heger her partiyek tenê behsa rastiya xwe bike eve nabe. Jiber ku ti partiyek bi serê xwe nikare bibe desthilat.

Navborî behsa avakirina koalîsyonê jî kir û diyar kir ku ew koalîsyona ligel CHP’ê û MHP’ê difikirin lê ya ligel HDP’ê nafikirin.

Yildiz ev yek jî bi mînakek balkêş bilêvkir û wiha got:

”Heger hûn wezareta parastinê bidin HDP’ê wê hingî Tirkiye çi bêje? Ma hûn dikarin PKK’ya xwedan niyetek nebaş û wezareta parastina millî bînin cem hev? HDP bixwe jî wê ji vê rewşê re bikene.”

Basnews
Top