• Wednesday, 18 February 2026
logo

Eseserd: Barzanî nabe serokê herêmê

Eseserd: Barzanî nabe serokê herêmê
Endamê serkirdayetiya YNK'ê Ferîd Eseserd got ku aliyên siyasî amadene ku erkê serokê herêmê biden PDK'ê lê bi dilniyayî ve nadin Mesûd Barzanî û ew nabe serokê herêmê.

Endamê serkirdayetiya YNK’ê Ferîd Eseserd got ku aliyên siyasî amadene ku erkê serokê herêmê biden PDK’ê lê bi dilniyayî ve nadin Mesûd Barzanî û ew nabe serokê herêmê.

Di daxuyaniyekê de bo rojnameya Hewelatî ya Başûrê Kurdistanê Endamê serkirdayetiya Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Ferîd Eseserd got aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê amadene ku erkê serokê herêmê bidin Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) lê bi dilniyayî ve nadin Mesûd Barzanî.

Eseserd got ku di çarçoveya sîstemek parlamenî de vî erkî didin PDK’ê ku têde desthilata serokê herêmê bi protokol dibe û hemû desthilatên wî jî didin desteya wezîran.

Eseserd angaşta wê yekê kir ku di nava PDK’ê de du arîşe hene û ew jî eve ku ”erkê serokê bo xwe dixwazin û ya duwem jî bo şexsê Barzanî dixwazin.”

Ferîd Eseserd egerek (ihtimalek) kêm heye ku vî erkî bidin Mesûd Barzanî.

Basnews
Top