• Wednesday, 18 February 2026
logo

Xaminêyî bang li xortên îranî kir xwe ji şerê Amerîka re amade bikin

Xaminêyî bang li xortên îranî kir xwe ji şerê Amerîka re amade bikin
Tê gotin ku Îran û welatên rojava dê îro li ser bernameya etomî ya Tehranê rêkeftinê îmze bikin. Rêberê Îranê Elî Xaminêyî jî bang li xort û ciwanên îranî kir, xwe ji şer re amade bikin.

Muzakere û hevdîtinên rayedarên Îranê bi nûnerên welatên endamên dayimî yên Encumena Asayişa Navdewletî û Almanya (koma 5+1) re şeva borî li paytexta Nemsayê, Viyanna, bidawî hat.

Şeva borî Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf, Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Berpirsa Siyaseta Derya ya Ewropayê Federîka Mogherînî heta derengiya şevê civiyabûn.

Piştî wê civînê, nûnerên koma 5+1 li hev civiyabûn lê di wê civînê de nûnerê Îranê beşdar nebibû.

Li gorî ajansa Îtartasê ya Rûsî, Îran û koma 5+1 dê îro (12ê Tîrmehê) li ser bernameya etomî ya Tehranê rêkeftinê îmze bikin.

Eger rêkeftin were îmzekirin wê demê dorpêçên li ser Îranê tên betalkirin û Îran jî meyandina ûraniyomê dide sekinandin.

Ji aliyekî din, rêberê Îranê Elî Xaminêyî duh li Tehranê bi komek xwendekar re civiya.

Xaminêyî di civînê de behsa hevdîtinên etomî yên navbera Îran, Amerîka û welatên rojava jî kir.

Xaminêyî bi tundî êrişî Amerîka kir û got, Amerîka çavkaniya zilm û zordariyê ye lewma divê hûn piştî hevdîtinên etomî xwe ji şerê zordariyê re amade bikin.

Lê çend roj berê Serokê Navenda Parastina Berjewendiyên Îranê û serokomarê berê yê wî welatî, Refsencanî gotibû, eger Amerîka hinekî helwesta xwe li hember Îranê biguherîne wê demê dibe ku balyozxaneya Amerîka li Tehranê were vekirin.

Rudaw
Top