• Wednesday, 18 February 2026
logo

“Hewlêr bi telaqa aştiyane ji Bexdadê cuda dibe”

“Hewlêr bi telaqa aştiyane ji Bexdadê cuda dibe”


Şarezayekî yasa û destur aşkira dike ku îmtiyazên ku Bexdad dide berpirsên Kurdan weha lê dike ku pêwendiyên Bexdadê û Hewlêrê dom bikin û Kurdistan jî cuda nebêt.

Tariq Herb, şareza li yasa û desturê Êraqê di beyannamekê de li barê daxuyaniyên serokê lijneya pêwendiyên Partiya Demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand: Hewramî derbarê xwesteka herêma Kurdistanê ji bo cudabûnê ku gotibû Hewlêr bi telaqa aştiyane ji Bexdadê cuda dibê, rastgo û raşkaw bûye.

Amaje bi daxuyaniyên endamê lijneya wize ya parlemana Îraqê Kawa Mihemed jî dike ku daxwaz kiriye ku pirsgirêkên neftî bête çareser kirin.

Tariq Herb diyar dike ku Kawa Mihemed nûneratiya Kurd li Bexdadê dike ku bi baş dizanin pêwendiyên navbera Bexdadê û Herêmê dom bike û xwe ji cudabûnê dûr bixin. Çûnkî li gor dsîtina Herb ewê ji mûçeya herî bilind mehrûm bibin her weha jî îmtiyazên wan jî namîne.

basnews
Top