800 jinên tirkman di destê DAIŞê de ne
Di daxuyaniya ji aliyê Elî Mehdî ve hatî weşandin de wiha hat gotin: “Salek li ser revandina 800 jin û zarokên tirkman ên ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin derbas bû. Ji wan tenê 8 kesan karî xwe ji destê çekdarên rêxistinê rizgar bikin. Lê ji wan 8 jinan yekê piştî rizgarbûnê xwe kuşt.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin rêxistinê jin şandine bajarê Reqaya Sûriye û hin zarok jî birine Mûsilê. Mehdî wiha gotiye:
“Ji ber ku ti kes nîne maf, can û malê tirkmanan biparêzê; DAIŞê jin û keçên tirkman ên revandî difiroşe.”
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye amaje kirin ku tirkmanan derbarê wê mijarê de raporek pêşkeşî Encumena Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê, Komiseriya Bilind a Mafên Mirovan NY û Konsolxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê.
Rudaw
