• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hejmarek DAIŞî xwe radestî Pêşmerge dikin

Hejmarek DAIŞî xwe radestî Pêşmerge dikin
Hejmarek çekdarên rêxistina DAIŞê li eniya Kerkûkê xwe teslîmî Hêzên Pêşmerge kirin. Herwiha malbat jî ji bin destê DAIŞê direvin û berê xwe didin navçeyên Pêşmerge.

Jêderekî ji Lîwaya 9 ya Hêzên Pêşmerge li sînorê Daquqê ya eniya Kerkûkê ji Rûdawê re ragihand: duh danê sibehê li gundê Ban Şax ê eniya Kerkûkê 3 çekdarên DAIŞê xwe teslîmî Hêzên Pêşmerge kirin.”

Derbarê nasnameya wan çekdaran jî, wî jêderî wiha got: “Hersê çekdar iraqî ne û xelkê deverê ne.”

Heman jêder wiha domand: “Malbateke 15 kesî (5 jin, 7 zarok û 3 mêr) ji bajarok Hewîce yê başûrê Kerkûkê ji bin destê DAIŞê reviyane û xwe gihandine sînorên bin destê Hêzên Pêşmerge.”

Wî jêderî wiha got: “Li gorî gotina wê malbarê, ev 2 roj bûn ku bi meşê dihatin, da ku bi rêya Hewîceyê vex we bigihînin navçeyên Pêşmerge. Rewşa tendirustiyê ya 2 zarokên wan ji ber rêya dirêj, xerab e.”

rudaw
Top