Hejmarek DAIŞî xwe radestî Pêşmerge dikin
Jêderekî ji Lîwaya 9 ya Hêzên Pêşmerge li sînorê Daquqê ya eniya Kerkûkê ji Rûdawê re ragihand: duh danê sibehê li gundê Ban Şax ê eniya Kerkûkê 3 çekdarên DAIŞê xwe teslîmî Hêzên Pêşmerge kirin.”
Derbarê nasnameya wan çekdaran jî, wî jêderî wiha got: “Hersê çekdar iraqî ne û xelkê deverê ne.”
Heman jêder wiha domand: “Malbateke 15 kesî (5 jin, 7 zarok û 3 mêr) ji bajarok Hewîce yê başûrê Kerkûkê ji bin destê DAIŞê reviyane û xwe gihandine sînorên bin destê Hêzên Pêşmerge.”
Wî jêderî wiha got: “Li gorî gotina wê malbarê, ev 2 roj bûn ku bi meşê dihatin, da ku bi rêya Hewîceyê vex we bigihînin navçeyên Pêşmerge. Rewşa tendirustiyê ya 2 zarokên wan ji ber rêya dirêj, xerab e.”
rudaw
