• Wednesday, 18 February 2026
logo

Polîsa Ewropa: PKK li Ewropa hîna jî li ser lîsta têrorê ye

Polîsa Ewropa: PKK li Ewropa hîna jî li ser lîsta têrorê ye

Ajansa Polîsa Ewropa tekez dike ku, Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) heta niha li ser lîsteya rêxistinên têrorê ye li Ewropa.

Çalakvanên Kurd gelek helmet û hewildanên berdewam dane da ku PKK ji lîsta rêxistinên têrorê derxin ji ber PKK ti kiryarên têrorî li Ewropa nekirine û yek ji girîngtirîn rêxistinên ku şer li dijî DAIŞê ku rêxistinek têrorîstî cîhaniye dikin, lê tev wilo jî hîna li ser lîsta Têrorê ye li welatên Ewropa.

Di vê derbarê de Polîsa Awropa (Yoro Pol) raportek derbarê Têrorê li Yekitiya Awropa 2015 belav kiriye û têde amajeyê bi wan operasyonên ku welatên (Elmaya, Yonan û Ispanya) li dijî PKK tên li darxistin kiriye û eşkerejî kiriye ku PKK navê xwe çend caran guhertiye û çend dezgehên serbixwe damezirandine ku beşekin ji rêxistna PKK û navê çend rêxistnan jî wek nimûne aniye ziman ji wan jî Yekitiya Rêxistinên Kurdî li Ewropa (KON-KURD) ku navê wê bo kongira Rêxistinên Demokrasiyên Kurdî li Ewropa (KCD-E) hatiye guhertin, herwiha rêxistina Yekitiya rêxistinên Kurdî li Elmaiya (YEK-KOM) û hin rêxistinên din jî.

Heman raportê amaje bi wê jî kiriye: “Li gel guhertina navên wan rêxistinên ser bi PKK ve hinek guhertin di nav pêkhateyênwan rêxistinan de çêbûye.”

Li gorî wê raportê di dema ku çekdarên DAIŞê êrîş birin ser bajarê Kobanê li Rojavayê Kurdistanê alîgir û çalakvanên ser bi PKK û basikê wê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Ewropa di dema hin çalakiyan de li Elmaniya li her du bajarên (Hamborg û Sîlî) şer û pevçûn di navbera wan û alîgirên DAIŞê de derketibû.

Bi sedema şerê di navbera Gerîlayên PKK û artêşa Tirkiyê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmarek ji welatên cîhanê PKK wek rêxistinek têrorist dide nasîn û heta nihajî navê PKK ji ser lîsta rêxistinên têrorist li Ewropa nehatiye rakirin tevî ku rêxistinên bi ser PKKê ve şerekî giran li dijî DAIŞê dikin li Rojavayê Kurdistanê.

basnews
Top