“Destûra Kurdistanê ne îslamî û ne jî sekûler e”
Serokê Komîteya Amadekirina Destûra Kurdistanê Dana Dara ji Rûdawê re ragihand: “41 xal ji destûrê nû hatine nivîsandin û ji aliyê komîteyê hatine pejirandin. Di civînên bê de emê li ser maf û azadiyan biaxivin.”
Derbarê pirsên olî di Destûra Kurdistanê de, Dana Dara wiha got: “Em destûrekî medenî dinivîsînin ne îslamî û sekûler e, ku ew destûr bo hemû aliyan e. Em ne ligel perçekirina civakê ne. Li ser pirsa îslamê di destûr de, me 25 seatan gotûbêj li ser vê yekê kir, ji nava 5 bendan me 3 pejirandin.”
Dana Dara wiha domand: “Ji bo ku ti tevlihevî û pirsgirêkên qanûnî dernekevin û nakokî ligel qanûnên din dernekevin, pêwîst e di Destûra Kurdistanê de were nivîsandin ku nabe ti qanûnek li dijî bingehên neguhertî yên ola îslamî derkevin, ji ber ku di Destûra Iraqê û projeya destûra Kurdistanê ya sala 2009an wisa hatibû danîn û nêrîna Yekîtiya Zanayên Kurdistanê jî ev e.”
Komîteya 21 kesî bo amadekirina destûr, heta niha 36 civîn pêk aniye.
Rudaw
