• Wednesday, 18 February 2026
logo

DAIŞ’ê li 12 hemwelatiyên Mûsilê bi dozeran kuşt

DAIŞ’ê li 12 hemwelatiyên Mûsilê bi dozeran kuşt

Rêxistina tundrew DAIŞ ji bo kuştina mirovan hemû rê û rêbazekî bikartîne. Çekdarên vê rêxstinê vê carê jî mirov xistin bin paletên dozeran û perçiqad. DAIŞ’ê li naverastê bajarê Mûsilê bi tometa sîxûriyê 12 kes bi dozeran kuşt.

Berpirsê Ragehandina Leqa 14 ya Mûsilê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Seîd Memûzînî bo BasNews ragehand; ”DAIŞ held dide her carî bi rêbazek din mirovan bikûje. Îro jî li taxa Babiltop ê naverastê bajarê Mûsilê, çekdarên DAIŞ’ê 12 kes bi dozeran kuşt.”

Memûzînî diyar kir ku ev 12 kes xistine bin paletên dozeran û çend caran li ser laşên wan de hatin û çûn kirine û ew perçiqandine.

Seîd Memûzîni got ku kes bi tometa sîxûrî û agahî gehandina firokeyên şer hatine kuştin.

Vî berpirsê PDK aşkere kir ku şevê din firokeyên hevpeymanan baregahên DAIŞ’ê kirine amanc û got: ”Diyare ku di vê êrîşê de gelek kuştiyên wan heye û ziyan dîtine. Lewma kuştina van ciwanan peywendî bi wê bomberarana şeva borî ve heye.”

Firokeyên şer ên hevpeymanan doh bişev li Mûsilê giringtirîn kargeha çêkirina wesayitên bombebarkirî yê DAIŞ’ê teqandibû.

basnews
Top