• Wednesday, 18 February 2026
logo

Pasdarên Îranê parêzerekî kurd kuştin

Pasdarên Îranê parêzerekî kurd kuştin
Li ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, parêzerekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Parêzerê kurd ê bi navê Sîrûs Ehmedî, çend roj berê li li nêzîkî bajarê Çaldiranê yê Rojhilatê Kurdistanê û li ser sînorê Bakur û Rojhilat rastî êrişa pasdarên îranî hatibû.

Li gorî agahiyan, Sîrûs Ehmedî ku dixwest bi hinek kesên din re derbasî aliyê Bakur bibin, di bûyerê de can dabû.

Hat gotin ku ew parêzerê kurd ji bajarê Neqede yê Rojhilatê Kurdistanê bûye.

Rudaw
Top