• Wednesday, 18 February 2026
logo

Fermandeyê amerîkî: Li Iraqê kurd û şîe dê bibin dewlet lê sunnî na

Fermandeyê amerîkî: Li Iraqê kurd û şîe dê bibin dewlet lê sunnî na
Fermandeyê pilebilind ê amerîkî Joseph Dunford, ku tê gotin dê cihê fermandeyê niha yê artêşê Martîn Dempsey bigire, got, li Iraqê kurd û şîe dikarin bibin dewletê lê sunnî nikarin.

Fermandeyê pilebilind ê amerîkî Joseph Dunford, li Senatoya Amerîkayê bersiva pirsên endamên Komîteya Hêzên Çekdar a Senatoyê da.

Joseph Dunford, ku tê gotin dê li şûna Martîn Dempsey bibe fermandeyê giştî yê artêşa Amerîkayê, li ser Iraqê got, li Iraqê kurd û şîe li gorî sunniyan bihêztir û organîzekirîtir in lewma dibe ku ji Iraqê du dewlet derkevin; dewleta kurdî û ya şîeyan.

Dunford diyar kir ku kurd û şîe di warên aborî û rêveberiyê de bihêztir û amadetir in ji ber wê jî dikarin bibin dewlet lê sunnî nikarin.

Wî fermandeyê amerîkî di bersiva wê pirsê de ku gelo çekên ku ji Iraqê re hatine şandin, gihîştine destê Pêşmerge jî yan na, ragihand, ew tengasiyên ku di wî warî de hebûn, hatine çareserkirin.

Dunford her wiha diyar kir ku mijara çekan pir girîng e ji ber wê jî dema bû fermandeyê giştî dê bixwe serdana Iraqê bike û ji nêzîk de rewşê bişopîne.

Ew çekên ku Amerîka û welatên rojava di çarçoveya şerê DAIŞê de ji Iraqê re dişînin, destpêkê diçe Bexdayê paşê ji hêzên Pêşmerge re tê şandin.

Rudaw
Top