• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hewramî: Rapirsiya bo serxwebûnê dê demek nêzîk de bê kirin

Hewramî: Rapirsiya bo serxwebûnê dê demek nêzîk de bê kirin
Berpirsê Peywendiyên Derve yê PDK Hêmin Hewramî daxuyand ku di nava du salên dahatû de wê rapirsî bo serxwebûna Kurdistanê bête encamdan û mafê her hemwelatiyek Başûrê Kurdistanê ye ku başdarî rapirsiyê bibe.

Li gor nûçeyekî malpera Şarqil Ewsed, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî di panelekî li Peymangeha Rojhilata Navîn ya Washingtonê de axivî û diyar kir ku Hewlêr hedl dide bi şêweyek dostane ji Bexdayê cûda bibe û eve jî dibe sedema aramiya nevçeyê.

Li gor vê nûçeyê Hewramî gotiye ku rapirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê wê di demek nêzîk de bê kirin û destnîşan kiriye ku di nav du salan de wê ev rapirsî bête encamdan.

Hêmîn Hewramî gotiye ku mafê her hemwelatiyek Başûrê Kurdistanê ye ku beşdarî rapirsiyê bibe. Herwiha destnîşan kiriye ku Bexda bo Herêma Kurdistanê giringe ji lewra dixwazin pirsa serxwebûna Kurdistanê bi şêweyek aştiyane çareser bikin.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDK’ê daxuyandiye ku hukûmeta İbadî jî pabendê rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê nebûye û mijara destdanîna ser Wezareta Parastinê ji aliyê Şieyan ve, pirsa neft û petrolê û herwiha neşandina beşa bûtçeya herêma Kurdistanê jî weke mînak nîşan daye.

Li gor nûçeya Şerqil Ewsed Hewramî derbarê pêwedniyên Kurd û Amerîkayê jî axiviye û gotiye ku Amerîka hevpeymaneke ku Kurd nikarin dest jê berdin û ti pêngavekê jî bi bêyî şêwira Washingtonê navêjin.

Basnews
Top