• Wednesday, 18 February 2026
logo

Dawudoglu: Avakirina hikûmetê li gel Kurd dûr nabînim

Dawudoglu: Avakirina hikûmetê li gel Kurd dûr nabînim

Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawudoglu ragihandiye ku ji bo avakirina hikûmeta nû ya Tirkiyê ewê heftiya bê li gel serokên partiyan bicivin û ew dûr nabînin ku li gel HDP`ê jî lihev bikin.

Ehmed Dawudoglu ji rojnamevanan re ragihandiye ku, li gor gotûbêjên li nava dazgeh û navend û organên AKPde derketiye ku dibe hikûmeteke koalisyonê bi CHP yan jî bi MHP`ê re bê avakirinê.

Serokwezîrê Tirk yê ji bo avakirina hikûmeta nû ya Tirkiyê raspartî got: Ez dûr nabînim ku li gel Partiya Demokrasiya Gelan HDP`ê jî hikûmetê pêk bînim. Lê niha di danûstandinan de zêdetir pêdagîrî li ser herdu partiyan CHP û MHP tê kirin.

Dawudoglu ew yek jî aşkira kir ku roja dûşema bê wê li gel serokê CHP hevdîtinê bike û roja sêşemê jî li gel serokê MHP û piştre jî wê li gel serokê HDP rûne.

Xendan
Top