• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hesekê – Şerekî giran di navbera YPG û DAIŞê de derketiye

Hesekê – Şerekî giran di navbera YPG û DAIŞê de derketiye
Li başûrê rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê şerekî giran di navbera YPG, DAIŞ û hêzên Sûriyê de derketiye.

Li gorî agahiyên Rûdawê, ji şeva borî ve li gundê Ferhiye li başûrê rojhilatê Hesekê, şerekî giran di navbera YPG û çekdarên DAIŞê de derketiye û heta niha jî didome.

YPG jî dibêje, hêzên wan pêşde diçin û gellek çekdarên DAIŞê kuştine.

Şervanên YPGê şeva borî gundên Til Ebû Emşa û Heya li başûrê Hesekê ji DAIŞê standibûn.

Hat zanîn ku li başûrê Hesekê jî şer di navbera DAIŞê û hêzên rêjîma Sûriyê de didome.

Rudaw
Top