Hesekê – Şerekî giran di navbera YPG û DAIŞê de derketiye
Li gorî agahiyên Rûdawê, ji şeva borî ve li gundê Ferhiye li başûrê rojhilatê Hesekê, şerekî giran di navbera YPG û çekdarên DAIŞê de derketiye û heta niha jî didome.
YPG jî dibêje, hêzên wan pêşde diçin û gellek çekdarên DAIŞê kuştine.
Şervanên YPGê şeva borî gundên Til Ebû Emşa û Heya li başûrê Hesekê ji DAIŞê standibûn.
Hat zanîn ku li başûrê Hesekê jî şer di navbera DAIŞê û hêzên rêjîma Sûriyê de didome.
Rudaw
