Şervanên Filleh jî di şerê DAIŞê de pişta YPGê digirin
Heyama salekê ye ku şervanên filleh li Rojavayê Kurdistanê di bi navê hêza Sutoro de xwe organîze kirine û wek beşek ji YPGê li Kantona Cizîrê kar dikin.
Şervanên Sutoro li bajarên Qamişlo û Hesekê herî zêde taxên fillehan diparêzin lê piştî ku çekdarên DAIŞê êrişî başûrê bajarê Hesekê kirin, şervanên Sutoro jî çûn pişta YPGê.
Fermandeyên Sutoro dibêjin, wan li taxa Eskerî ya Hesekê jî navendek vekirine û li wir bicîh bûne û parastina wir dikin.
Welatiyên filleh jî ji Sutoro razî ne û dibêjin, piştî ku Sutoro ava bû êdî barkirina malên filleh kêm bûye…
Rudaw
