Termên 2 şehîdên YPGê tên Başûr
Li gorî agahiyên YPGê, termên herdu şehîdên YPGê Rêbîn Şêrwan û Egîd Berxwedan bo Başûrê Kurdistanê tên veguhestin û dê di merasîmeke taybet de termên wan li Çiyayê Qendîlê bên veşartin.
Şehîd Rêbîn Şêrwan ku berê pijîşk bû, xelkê bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ye û ji sala 1995 ve tevlî refên PKKê ve kiribû. 27ê Nîsanê li bajarê Hesekê şehîd ketibû.
Herwiha şehîd Egîd Berxwedan xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye û 8ê Tîrmehê li bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê şehîd bûye.
Rudaw
