• Wednesday, 18 February 2026
logo

Termên 2 şehîdên YPGê tên Başûr

Termên 2 şehîdên YPGê tên Başûr
Biryar e termê 2 şehîdên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Rojavayê Kurdistanê bigihên Başûrê Kurdistanê û li Qendîlê bên veşartin.

Li gorî agahiyên YPGê, termên herdu şehîdên YPGê Rêbîn Şêrwan û Egîd Berxwedan bo Başûrê Kurdistanê tên veguhestin û dê di merasîmeke taybet de termên wan li Çiyayê Qendîlê bên veşartin.

Şehîd Rêbîn Şêrwan ku berê pijîşk bû, xelkê bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ye û ji sala 1995 ve tevlî refên PKKê ve kiribû. 27ê Nîsanê li bajarê Hesekê şehîd ketibû.

Herwiha şehîd Egîd Berxwedan xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye û 8ê Tîrmehê li bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê şehîd bûye.

Rudaw
Top