• Wednesday, 18 February 2026
logo

DAIŞ’ê êrîşî ser navçeya Xalidiye kir

DAIŞ’ê êrîşî ser navçeya Xalidiye kir

Duh çekdarên DAIŞ’ê li Iraqê ji şeş aliyan ve êrîşî ser navçeya Xalidiye ya ser bi parêzgeha Enbarê kirin.

Di vê derbarê de Fermandarê hêzên polîs yên li Enbarê Merwan Dilêmî ragehand ku Duh danê sibê çekdarên DAIŞ’ê ji şeş aliyan ve bi awayekî berbelav êrîşî ser navçeya Xalidiye kirin.

Merwan Dilêmî herwiha eşkere kir ku hêzên artêşa Îraqê û çekdarên eşîrên deverê karîne bersiva êrîşê bidin.

Dilêmî anî ziman ku navçeya Xalidiye ya li Rojhilatê Enbarê beriya demekî ji aliyê çekdarên vê rêxistinê ve hatibû dorpêçkirin û îro jî êrîşî ser vê deverê kirin.

Ji aliyeke din ve Dilêmî behsa vê yekê jî kir ku balefirên hevpeymanan li parêzgeha Enbarê karwaneke wesayitan ya DAIŞ’ê kirine amanc û di encama êrîşê de herî kêm 20 wesayitên DAIŞ’ê hatine têkbirin.

Basnews
Top