• Wednesday, 18 February 2026
logo

AK Partî bi HDPê re naxwaze

AK Partî bi HDPê re naxwaze
Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Abdulhamit Gul derbarê avakirina hikûmeta de dibêje ew naxwazin ligel Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hikûmeta hevpeymanî ava bikin.

Abdulhamit Gul li bajarê Rizeyê pirsên rojnamevanan bersivand û da zanîn da ku hikûmetê ava bikin wan amadekariya xwe kirine.

Gul diyar kir partiya wan dê serdana hersê partiyên jî bike û wiha got:

“Mê derbarê vê yekê de amadekariya xwe kiriye. Em naxwazin ligel HDPê hevpeymaniyê pêk bînin. Hêj ne diyar e emê ligel kîjan partiyê hikûmetê ava bikin. Dibe ku CHP be û dibe ku MHP jî be. Em berpirsiya xwe pêk tînin lê CHP ji bo hevpeymaniyê rojekê behsa 14 mercan dike û roja dîtir behsa hinek mercên din dike. Helwesta wê ne diyar e. Piştî hevdîtinan helwestek hevpar dê eşkere bibe.”

Gul anî ziman ji bo wan avakirina hikûmeta rêgezek girîng e û wiha pê de çû:

“Emê derbarê vê yekê de serdana CHP û MHPê bikin. Di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de gelek gav hatin avêtin lê HDP hêj di bin siya çekan de siyasetê dike. HDPê heta ku xwe ji teroran dûr neke, tekez em dê li gel wê behsa hevpeymaniyê nekin.

Ji aliyê din ve Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu li Enqereyê beriya ku serdana Saraybosnayê bike anî ziman vebijarên wan ên hevpeymaniyê CHP û MHP ye.

Ji HDPê bertek
Cîgirê Serokê Fraksiyona HDPê li Parlamentoyê Idris Baluken li hemberî helwesta Ahmet Davutoglu nerazibûna xwe anî ziman.

Li gorî nûçeya internethaber.com Baluken gotiyê divê Ahmet Davutoglu daxuyaniya xwe ya ji nezaketê dûr dirist bike.

Baluken wiha got: “Daxuyaniya Davutoglu dide xuyakirin ku ew HDPê vederkirin dikin û ew bi cavek nebaş dinêrin wan. HDPê ne partiyek biçûk e, wê xwe îspat kiriye û hêza xwe ji gel werdigire.”

Roj û saetên hevdîtinan diyar bû

Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu di çarçoveya hevdîtinîn bo avakirina hikûmetê de roja duşemê saet 14:00yê dê serdana Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bike. Davutoglu dê roja sêşemê saet 14:00yê serdana Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî bike. Herwiha Davutoglu dê roja çarşemê jî saet 11:00ê serdana hevserokên HDPê Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag bike.

Rudaw
Top