• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amerîka û Tirkiyeyê lihev kir: Kanton nabin yek!

Amerîka û Tirkiyeyê lihev kir: Kanton nabin yek!
Amerîka û Tirkiye derbarê rewşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê de gihîtin rêkeftinê. Li gor agahiyan, Amerîka rê nade şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbasî navçeyên li aliyên din ê çemê Firatê bin û Tirkiye jî dê rê bide balafirên Amerîka û Hevpeymanan binkeya esmanî ya Incirlikê bi kar bînin.

Li gor agahiyan, Amerîka û Tirkiye li ser rewşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bi hev re rêkeftin kirine. Hat ragihandin, piştî ku şandên her du welatên Amerîka û Tirkiyeyê li Enqereyê du rojan bi hev re derbarê rewşa Sûriyeyê û ûerê li dijî DAIŞê gotûbêj kirin, nêzîkî rêkeftinê bûn.

Li gor medyaya Tirkiyeyê, Washingtonê garantî daye Tirkiyeyê ku çekdarên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) derbasî aliyê Cerablusê nebin û li hember de jî Enqere razî bûye ku balafirên Amerîkayê û Hevpeymanan binkeya esmanî ya Incirlikê bi kar bînin.

Li gor wê rêkeftinê, Tirkiye dê rê bide Amerîkayê û hevpeymanan ku binkeya esmanî ya Incirlikê bo şerê li dijî çekdarên DAIŞê û herwiha li dijî hêzên hikûmeta Sûriyeyê bi kar bînin. Lê Tirkiye merc daniye ku ew binke ne tenê bo şerê li dijî DAIŞê, belkû bo lêdana hêzên hikûmeta Sûriyeyê jî were bikaranîn.

Çavkaniyekê ji Wezareta Derve ya Tirkiyeyê aşkere kir, ku piştî ku her du aliyan îmza li ser protokolê kirin, dê ew rêkeftin dê were cîbicîkirin.

Çavkaniyên agahdar ji Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ve herwiha ragihandin: “Şanda Tirkiyeyê bi serokatiya Şêwirmendê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, Feridun Sinirlioglu di gotûbêjên ligel şanda Amerîkayê de bi rijdî behsa avakirina Herêmên Ewle li çend navçeyên bakurê Sûriyeyê kiriye.

Çavkaniyên ji Wezareta Derve ya Tirkiyeyê herwiha ragihandin: “Şanda Amerîkayê ku nûnerê Serokê Amerîkayê Barack Obama bo karûbarên şerê li dijî DAIŞê John Allen serokatiya wê dike, hin graantî dane Tirkiyeyê ku ew bi ti awayî rê nadin çekdarên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve derbasî aliyên din çemê Firatê bin, ku Tirkiye wê yekê ji xwe re weke xeta sor dibîne.”

Tirkiye li hember pêşceçûnên şervanên YPGê li Rojavayê Kurdistanê dilgiran e û çend caran bi awayekê fermî ji zarê berpirsên bilindên xwe ve ew dilgiranî aniye ziman.

Piştî kontrolkirina Herêma Girê Spî û Bozanê (Eyn Îsa) bi destê şervanên YPGê ku rêye yekbûna her du kantonên Kobanî û Cezîrê vekir, dilgiraniyên Tirkiyeyê li hember rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê zêdetir bûn.

Tirkiyeyê pester ragihandibû, ew ji wê yekê ditirsin ku şervanên YPGê di berdewamiya êrişên xwe yên bi piştevaniya balafirên hevpeymanan de, derbasî aliyê din ên çemê Firatê û aliyê Cerablusê bibin û bi wî awayî her sê herêmên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê bibin yek.

Rayedarên pile bilind ên Tirkiyeyê ragihandine, derbasbûna YPGê bo aliyê Cerablusê û hewlên bo yekkirina herêmên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê ji wan re xeta sor e.

Rudaw
Top