• Wednesday, 18 February 2026
logo

YPG: Operasyona Rûbar Qamişlo bidawî hat

YPG: Operasyona Rûbar Qamişlo bidawî hat
Fermandariya Giştî ya YPGê diyar kir ku piştî 65 rojan operasyonên bi navê “Fermandar Rûbar Qamişloˮ bi dawî bûn û di encamê de 11 hezar kîlometrê ji destê DAIŞê hatin derxistin.

Fermandariya Giştî ya YPGê li gundê Hîmo yê Qamişlo civîna çapemeniyê lidar xist û diyar kir ku Operasyona Rûbar Qamişlo bidawî hat.

Endama fermandariya YPG Sozdar Dêrik ragihand ku operasyona "Rûbar Qamişlo" bi 2 qonaxan pêk hat, di qonaxa destpêkê de YPGê Çiyayê Kizwan, herêma Til Temir û gundên Serêkaniyê ji destê DAIŞê derxistin.

Sozdar Dêrik herwiha got: “Di qonaxa duyemîn de jî hêzên YPGê çekdarên DAIŞê ji bajarokên Mebrûka û Silûk derxistin û piştre Girê Spî û Eyn Îsa jî bi temamî hatin kontrolkirin.”

Fermandara YPGê ragihand ku di encama hemleyê de hezar û 315 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û termên 529 ji wan tevî gelek çek û cebilxane ket di destê YPGê de.

Dêrik herwiha got ku di operasyonên Rûbar Qamişlo de jî 118 şervanên YPGê şehîd bûn.

Rudaw
Top