YPG: Operasyona Rûbar Qamişlo bidawî hat
Fermandariya Giştî ya YPGê li gundê Hîmo yê Qamişlo civîna çapemeniyê lidar xist û diyar kir ku Operasyona Rûbar Qamişlo bidawî hat.
Endama fermandariya YPG Sozdar Dêrik ragihand ku operasyona "Rûbar Qamişlo" bi 2 qonaxan pêk hat, di qonaxa destpêkê de YPGê Çiyayê Kizwan, herêma Til Temir û gundên Serêkaniyê ji destê DAIŞê derxistin.
Sozdar Dêrik herwiha got: “Di qonaxa duyemîn de jî hêzên YPGê çekdarên DAIŞê ji bajarokên Mebrûka û Silûk derxistin û piştre Girê Spî û Eyn Îsa jî bi temamî hatin kontrolkirin.”
Fermandara YPGê ragihand ku di encama hemleyê de hezar û 315 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û termên 529 ji wan tevî gelek çek û cebilxane ket di destê YPGê de.
Dêrik herwiha got ku di operasyonên Rûbar Qamişlo de jî 118 şervanên YPGê şehîd bûn.
Rudaw
