Heseke- Şerê kolanan
Çavkaniyekê ji nava Hesekê ji Rûdawê re ragihand: “Li başûrê Hesekê di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên DAIŞê de şerê kolanan dest pê kiriye û ti alî ji wan nikare ti cih û navendan bi tevayî kontrol bike.”
Li gorî çavkaniya Rûdawê, “Şerê kolanan li taxa Neşwe ya rojhilat û taxa Xwêran li rojevê Hesekê ye, ji ber ku çekdarên DAIŞê ew şer ji xwe re weku tektîkekê dijî artêa Sûriyê bikartînin û mebesta wan jê ew e ku moralê serbazên artêşê bişkînin, ji ber vê yekê artêşa Sûriyê topxaneyê û balafirên şer gellekî li dijî çekdarên DAIŞê bikar tîne.”
Çavkaniya Rûdawê wiha got: “Di şerê duh li başûrê Hesekê derdora avahiya rêveberiya Neqil de, ku di navbera artêşa sûriyê û çekdarên DAIŞê de qewimîbû, efserekî bi pile Eqîd û çar serbaz ji artêşa Sûriyê hatin kuştin û hêzên artêşê ji deverê vekişiyan û çekdarên DAIŞê avahiyên Neqil- Resafê û Kolîja aborî kontrol kirin.”
Tê zanîn ku ji destpêka meha Tebaxê de, şerên giran di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên DAIŞê de li taxên başûrê Hesekê berdewam e û di wan şeran de bi gotina çavkaniya Rûdawê, derdora 470 kesî ji artêşa Sûriyê hatine kuştin,ku di nava wan de fermandarên mezin jî hene û bi gotina çavkaniyê ew hejmara kuştiyan di nava xwe de hejmara kuştiyên çekdarên ser bi artêşê li xwe nagire.
Rudaw
