Daxwaza çareser kirina kêşeya koç kirina ciwanan tê kirin
Saziyên medenî yên li Raniyeyê daxwaza çareser kirina pirsa koç kirina ciwanan dikin.
Duh hijmareke saziyên medenî li Raniyayê di presskonferanseke hevbeş de daxwaz ji Serokatiya Kurdistan, hikûmet û parlementoya Kurdistanê kirin daku çareseriyek ji bo pirsa koç kirina ciwanan ji Kurdistanê bibînin.
Weke tê zanîn ew demeke ku ciwanên Kurdistanê destpê kirine û ji Kurdistanê koç dikin û diçin ewrûpayê.
