Aliyê Iraqî jî pejirand: Iraq parçe dibe!
Kesên derdora Nûrî Malikî ew hemû krîz çê kirin
Peyvdarê hikûmeta Iraqê yê berê û serkirdeyê Partiya Deiwe ya Şîeyên Iraqê, Elî Debax derbarê krîzên niha û rewşa navxwe ya niha û berê ya Iraqê de daxuyanî da Rûdawê. Elî Debax ji Rûdawê re ragihand: “Malikî piştî wergirtina kursiyê Serokwezîran bo cara duyem, nekarî kesên baş û hêja li derdora xwe kom bike bo birêvebirina karûbaran di asta navxwe û herêmî de. Her ew kes jî bûne sedemên jinavçûna Malikî. Ew yek di demekê de bû ku Malikî bi xwe jî ew kes bi nehêja wesif dikir.”
Debax dibêje: “Her ew kes bûne sedemê çêbûna hemû wan krîzên ku em niha tê de ne û çend arîşe û krîz çêbûn ku gerek çêneban, ji wan jî çêbûna arîşe ligel Başûrê Kurdistanê, ligel sunne û ligel Tirkiyeyê jî. Ew yek di demekê de bû ku eger Malikî kesên hêja li derdora wî hebana,dibe ku ew arîşe çeneban, lê wan wisa hizir dikir ku ew dikarin di nav odeyên biçûk û girtî de karûbarên hemû welat birêvebibin.”
Em di rewşeke hesas de ne û gelek nêzîkî rûxanê ne
Derbarê wê yekê de jî ku niha jî Malikî desthilatek berfireh di dema desthilatdariya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de heye, Elî Debax got: “Mixabin rewş gelek hesas e û gelek ji rûxanê nêzîk e. Nebûna navenda biryarê û bandora li ser desthilatê rengvedanek xirab dibe û krîzên mezin çê dike, her weke ewa ku niha diqewime, ji ber wê jî eger em hemû alî bi hev re hemaheng nebin, da ku ji wê krîzê derbas bibin, em dê hemû, him kurd, him sunnî û him şîe jî bi hev re bişewitin.”
Debax tekez jî kir: “Eger bi awayeke zanebûn serederî ligel wê rewşê neyê kirin û rewş bi wî awayî bimîne, proseya siaysî li Iraqê dirûxe. Her ji ber wê gerek desthilatek hebe, ew jî desthilatek bihêz û berfireh a Ebadî ye û pêwîst e hemû wezîr û aliyên pêwendîdar bi wê yekê pêbend bin da ku hevkêşeyek (muadeleyek) nû ya siyasî ya dirust çê bikin û herwiha bo rûbirûbûna metirsiyan li Iraqê jî.”
Berdevkê berê yê hikûmeta Iraqê herwiha dide xuyakirin: “Li Iraqê gelek arîşe hene ku çareserkirina wan gelek zehmet e û bi rêyeke zanetî nehatiye çareserkirin. Her ji ber wê jî me krîz heye di têgihîştina destûr, şirovekirin û cîbicîkirina wê de. Ew yek jî bûne sedem ku arîşeyên niha, di navbera Bexda û Başûrê Kurdistanê de çê bibin. Ew jî encamê bi ser hev de kombûna siyasetên berê ne ku ji Ebadî re mane. Ji ber wê jî, her çiqas dixwaze wan arîşeyan çareser bike jî, lê arîşe gelek mezin û aloz in û çareserkirina wî jî hêsan nîne.”
Em hêvî dikin Kurdistan di ragihandina serxwebûna xwe de bi awayekê yekalî biryarê nede.
Derbarê serxwebûna Kurdistanê de jî, Elî Debax got: “Serxwebûn mafekê rewa yê her hevwelatiyekê ye, lê em di welatekê de ne ku destûr desthilatdariya wê dike û destûr jî dibêje, Iraq welateke yekgirtî û federal e û Kurdistan jî beşek ji Iraqê ye. Ez wiha hizir dikim ku cudabûna Kurdistanê ji Iraqê bi vê lezûbeziyê û di rewşeke wiha de krîzek mezin ji Kurdistanê û Iraqê re çê dike û heta ji welatên derdorê re jî arîşeyan çê dike. Ji ber wê jî pêwîst e em çareserekê jê re bibînin, bi awayeke wisa ku arîşe çê nebin, çareserek wisa ku di berjewendiya hemû Iraqiyan de be.”
Debax herwiha got: “Biryardana yekalî dibe sedemê sereke bo çêbûna arîşeyan û em hêvîdar in ku Başûrê Kurdistanê hizir li wê yekê bike ku di biryara xwe de hizir li berjewendiya yekalî neke, belku ji berjewendiya derdorê jî bifikire.”
Rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê pêwîstî bi gotûbêjê heye
Derbarê biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo firotina petrolê bi awayekê serbixwe de, Elî Debax ji Rûdawê re ragihand: “Em dîsan arîşeyek din çê dikin ku bandor dibe li ser rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê. Pêwîstî bi danûstandin û nêzîkbûna her du aliyan heye.”
Debax di dawiya daxuyaniya xwe y abo Rûdawê de, derbarê wê yekê de ku wî biryar dabe Ii Iraqê nemîne, wiha got: “Min ti welatek bi cih nehîştiye û ez bi cih nahêlim jî. Ez dê berdewam li ser karê xwe di proseya siyasî ya Iraqê de.”
Rudaw
