• Wednesday, 18 February 2026
logo

Tirkiman ji hewldanên kêm kirina korsiyên kotayan dilgiranin

Tirkiman ji hewldanên kêm kirina korsiyên kotayan dilgiranin

Tirkiman dibêjin hewldan bo kêm kirina korsiyên kotayan zererê dide bihevre jiyanê.

Duh hijmareke part û aliyên siyasî yên Tirkimanî li Hewlêrê civiyan û dilgiraniya xwe ya li hember hewldanên heyî yên bo kêm kirina hijmara korsiyên kotayên kemenetewan li parlementoya Kurdistanê diyar kirin.

Di presskonferansekî de nunerên part û aliyên siyasî yên Tirkimanan eşkere kirin ku hewldan bo kêm kirina hijmara korsiyên kota yên kemenetewan vê zererê bide bihevre jiyanê li Kurdistanê de.

Weke tê zanîn dohê jî partiya demokrata Kurdistanê eşkere kiribû ku bi ti awayî rê nade ti aliyekî ku hewl bo kêm kirina hijmara korsiyên kemenetewan bide.
Top