• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Serbixweyî mafeke bingehîn ya gelê Kurde

Mesrûr Barzanî: Serbixweyî mafeke bingehîn ya gelê Kurde
Mesrûr Barzanî dibêje serbixweyî mafeke bingehîn ya gelê Kurde.

Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdarî kirin di bernameya Dîdara Roj ya Kurdistantvê de eşkere kir ku serbixweyî mafê bingehîn ya gelê Kurde.

Mesrûr Barzanî got: Meseleya serbixweyiya Kurdistanê meseleyeke gelek girînge û pêdiviya xwe bi yekrêziya tevahiya part û aliyên syasî yên Kurdistanê heye.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku Me weke partiya demokrata Kuridstanê bi dirêjahiya dîrokê xebat bo vê yekê kiriye ku Kurd jî weke tevahiya gelên din yên cîhanî bibe xwedan mafê diyar kirina çarenivîsa xwe, lewre ev meseleya han hertim yek ji meseleyên herî lipêş ya xebata me bûye.

Barzanî herwiha daxwaz ji tevahiya part û aliyên siyasî kir daku ev meseleya han bikin bernameya karên xwe yên siyasî daku bihevre bikaribin ev mafa han bo gelê Kurd bidest bixin.
Top