• Wednesday, 18 February 2026
logo

KCKê bersiva Nêçîrvan Barzanî da

KCKê bersiva Nêçîrvan Barzanî da
KCKê bersiva Nêçîrvan Barzanî dide û dibêje ku ew li Başûrê Kurdisanê ne mêvan in.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de ragihandibû ku PKKê li Başûrê Kurdistanê mêvan e û meydana xebata wê ne li Başûrê Kurdistanê ye.

Li ser wê daxuyaniyê Endamê Komîteya Peywendiyên Derve yê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Demhat Egîd ji ajanseke nêzîkî PKKê re got ku ew li Başûr ne mêvan in.

Egîd tekez kir ku ew hêzeke Kurdistanî ne û li her çar perçeyên Kurdistanê hêzên wan di eniyên şer de ne lê got ku ew zererê nagihînin ti aliyekî û di berjeweniya yekîtiya neteweyî de kar dikin.


Herwiha Endamê Komîteya Peywendiyên Derve yê KCKê behsa hevdîtina sekreterê Partiya Pêşverû ligel hevserokê KCKê Cemil Bayik kir û got ku mijara sereke di civînê de derbasbûna pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bo Rojava bû.

Rayedarê KCKê anî ziman di hevdîtinê de hat gotin ku biryara derbasbûn an jî derbasnebûna Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê di destê Rêveberiya Xweser de ye û got ku nerîna KCKê ew e, eger 2 hêz li Rojavayê Kurdistanê çêbibin dê zerer bigihe destkeftên ku li wê derê hatine bidestxistin.

Egîd herwiha tekez kir ku her hêz li Rojavayê Kurdistanê divê di bin siya YPGê de be.

Rudaw
Top