‘Êrîşa ser Encu êrîşeke ser hemû parlementeran’
Parlementera HDPyê ya Şirnexê Aycan Îrmez derbarê êrîşa li ser Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu got: “Ev êrîş di şexsê wî de li dijî hemû parlementeran re hatiye kirin.”
Parlementera HDPyê ya Şirnexê Aycan Îrmez derbarê êrîşa ser Parlementerê Şirnexê yê partiya wê Ferhat Encu rastî êrîşê hat û wiha got: “Ev êrîş ne tenê li hember wî ye,, di şexsê wî de ji hemû parlementeran re hatiye kirin. Divê derbarê berpirsên ewlehiyê yên berpirsyar de muameleyên li gor qanûnê demildest bidin destpêkirin.”
Îrmez bi parlementerên partiya xwe Hatîce Sevîptekîna Parlementera Sêrtê û Sezaî Temelliyê Parlementerê Stenbolê re civîna çapemeniyê li dar xist. Îrmezê parast ku Encu ji bo ku arîkariya gundiyên uludereyî bike ku bikarin ji zozanan bên li herêmê bû lê bi destê hêzên ewlehiyê ve hat derbkirin.
Îrmezê bang li Serokê Parlamentoyê, Wezîrê Karên Navxweyî û Wezîrê Parastina Neteweyî, Waliyê Şirnexê û Serdozgerê Komarê yê Şirnexê dikin ku peywira xwe bikin.”
Îrmezê li ser pirsa rojnamevanan a der barê êrîşê de diyar kir ku bi Encu re hevdîtin kirin û da zanîn ku Encu îro dê leşkeran giliyê Dozgeriya Komarê ya Qilebanê bike.
basnwes
