• Wednesday, 18 February 2026
logo

Iraq – Kampa leşkerî ya zarokan hat vekirin

Iraq – Kampa leşkerî ya zarokan hat vekirin
Li parêzgeha Selahedîn a Iraqê, komek zarok ji aliyê milîsên şîe (Heşda Şeibî) ve fêrî şer û çekariyê tên kirin. Ji zarokan re tê gotin, eger di şer de hatin kuştin dê “li bihiştê horiyan bidin we!”.

Komek zarok û xwendekarên iraqî yên ku dersa xwe qedandine, li bajarokê Beledê yê girêdayî parêzgeha Selahedînê, di kampeke leşkerî de hatine komkirin û ji aliyê Heşda Şeibî ve fêrî şer û çekdariyê tên kirin.

Di nav zarokan de melayek jî heye. Erka wî melayî “perwerdeya rûhî” ya wan zarokan e. Ew li ser cîhad û “şehîdbûnê” ji zarokan re qise dike û ji wan re dibêje, eger hûn şehîd bibin hûnê herin bihiştê û bi horiyan re bijîn!

Hinek ji wan zarokan, bejna wan bi qasî bilindahiya çek e, dibêjin, em dixwazin fêrî şer bibin û DAIŞê ji welatê xwe derxînin…

Rudaw
Top