Barzanî: Pêşmerge ewlewiyatê karê min ne
Fermandeyekî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê amaje bi civîna Serokê Herêma Kurdistanê li gel fermanderên serbazî li bajarê Kerkûkê dike û dibêje: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ewlewiyatê karê xwe ragihand.”
Îro 8 Temûzê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana bajarê Kerkûkê kir û li gel fermanderên serbazî civiya, fermander di Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de “Hisên Yezdanpena” ku yek ji kesên beşdarbû di civînê de ji BasNews re ragihand: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civînê de got: Nehêlin carek din Kerkûk têkeve bin gefan de divê heta cê ku em bixwazin Pêşmerge pêşve biçin û DAIŞê paşde vegere.”
Hisên Yezdanpena got: “Barzanî tekez kir ku li Kurdistanê demokratî heye, her kes dikare biaxife û biryara xwe bide lê divê Pêşmerge yekrêz bin û dûrî milmilaniya partiyan be.”
Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku Barzanî tekezî li ser kurdistaniya Kerkûkê kiriye û tekez kiriye ku divê pekvejiyan li gel pêkhateyên Kurdistanê bê parastin û diyarkir ku hêvî tiney ku pirsgirêk li gel Bexda bên çareserkirin û divê welatê me bi xwedî aboriyek serbixwe.
Derbarê serxwebûna Kurdistanê Serokê Herêma Kurdistanê got: “Serxwebûn ne diyare, lê wek berê kes nema li dijî serxwebûna Kurdistanê disekine, Amerîka û welatên Hevpeymaniyê soza alîkariya berdewam bo Pêşmerge dane.”
Herwiha Hisên Yezdanpena got jî: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotiye: Pêşmerge ewlewiyeta karê mine û hemî pêdawîstiyên Pêşmerge dê bêne peydakiein û daxwaz ji Pêşmergeyan kiriye ku herdemê amadebin.”
Herwiha navborî derbarê Heşda Şeibî got: “Serokê Herêma Kurdistanê got: Em qebûl nakin ti hêz destêwerdanê di axa kurdistanê bike û em dijminatiya ti alî jî nakin.”
Basnews
