YPG û Volkana Feratê tevahiya Eyn Îsa ji destê DAIŞê derxistin
Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî Imer Kalo jî ragihand, duh bi piştevaniya balefirên şer yên hevpeymaniya navdewletî, hêzên Volkana Ferat û YPGê ji nû ve bajarokê Eyn Îsa bi temamî kontrol kirin.
Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, di wî şerî de bi dehan çekdarên DAIŞê hatin kuştin û derdora 10 şervanên Volkana Ferat û YPGê jî şehîd bûn.
Çekdarên DAIŞê roja 6ê Tîrmehê di êrişeke berfireh de derbasî nav bajarokê Eyn Îsa bibûn.
Bajarokê Eyn Îsa ku 50 km dûrî bajarê Reqayê (paytexta DAIŞê) yê Sûriyê û derodra 80 km li başûrê rojhilatê Kobanî dikeve. Eyn Îsa roja 23 Hizêrana îsal ji aliyê hêzên Volkana Ferat û YPGê ve hatibû kontrolkirin lê roja 6ê vê mehê, DAIŞê careke din êrişî wî bajarokî kiribû.
Rudaw
