Îran - Daxwaza avakirina fraksiyona parlamenterên kurd tê kirin
Kêmtirî 8 mehan ji dehemîn hilbijartinên Parlamentoya Îranê re maye lê wisa xuya ye xebatên hilbijartinan dê zûtir dest pê bike.
Parlamenterê berê yê kurd ê Îranê Hasil Dase, diyar kir ku divê parlamenterên kurd ên Îranê kom bibin û fraksiyonekê ava bikin.
Hasil Dase anî ziman ku parlamenterên kurd bi tenê nikarin di parlamentoyê de bi bandor bin ji ber wê jî divê yekdeng bin û bikarin di derxistina qanûnan de bandora xwe nîşan bidin.
Parlamenterên kurd ên Îranê di serdema serokomariya Xatemî de (2000-2004) fraksiyonek pêk anîbûn.
Ji 29 parlamenterên parêzgehên Îlam, Kirmaşan, Sine û Ormiyê yên Rojhilatê Kurdistanê, 22 kurd in ku nîvê wan şîe ne.
Hinek ji parlamenterên kurd jî di wê baweriyê de ne ku ha fraksiyona nûnerên kurd han jî ya sunniyan, ferq nake…
Nûnerê bajarên Pawe, Ciwanro û Ruwanser, Nêmetullah Menûçêhrî ji Rûdawê re got, Parlamentoya Îranê ti astengiyekê li hember fraksiyonan dernaxîne lê kurd û sunnî di nav fraksiyonekê de kom bûne.
Rudaw
