Kurdistanê biryara xwe da, êdî petrol serbixwe tê firotin
Serokê Komîteya Petrol û Gazê di Parlamentoya Iraqê de, Arêz Ebdullah ji Rûdawê re ragihand: “Ji 1ê Tîrmeh a îsal ve petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê bi awayekê serbixwe û bêyî serpireştiya Bexdayê tê firotin û ev yek jî destpêka parçebûna Iraqê ye.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî, ji Rûdawê re got: “Me ev pêngav ji bo çareserkirina krîza darayî ya li Herêma Kurdistanê avêt, ji ber ku êdî mûçeyê xelkê Kurdistanê paş nekeve.”
Sefîn Dizeyî herwiha got: “Hikûmeta Tirkiyeyê, dilhêsayî daye Herêma Kurdistanê ku dê pêbendî rêkeftina derbarê firotina petrolê de be û ti arîşeyekê jî bo firotina petrola Kurdistanê bi awayeke rasterast çênake.”
Rudaw
