• Wednesday, 18 February 2026
logo

Kurdistanê biryara xwe da, êdî petrol serbixwe tê firotin

Kurdistanê biryara xwe da, êdî petrol serbixwe tê firotin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê êdî li benda biryara Bexdayê namîne û petrola xwe û Kerkûkê bi awayekê serbixwe difiroşe û dahatê wê jî dide Wezareta Darayî û Aboriya Herêma Kurdistanê.

Serokê Komîteya Petrol û Gazê di Parlamentoya Iraqê de, Arêz Ebdullah ji Rûdawê re ragihand: “Ji 1ê Tîrmeh a îsal ve petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê bi awayekê serbixwe û bêyî serpireştiya Bexdayê tê firotin û ev yek jî destpêka parçebûna Iraqê ye.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî, ji Rûdawê re got: “Me ev pêngav ji bo çareserkirina krîza darayî ya li Herêma Kurdistanê avêt, ji ber ku êdî mûçeyê xelkê Kurdistanê paş nekeve.”

Sefîn Dizeyî herwiha got: “Hikûmeta Tirkiyeyê, dilhêsayî daye Herêma Kurdistanê ku dê pêbendî rêkeftina derbarê firotina petrolê de be û ti arîşeyekê jî bo firotina petrola Kurdistanê bi awayeke rasterast çênake.”

Rudaw
Top