Heyeta PDKê li gel Aşûriyan civiya
Heyeta PDKê li gel tevgera demokratîk ya Aşûriyan civiya.
Di çarçoveya civînên xwe yên li gel part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de, îro heyeta partiya demokrata Kurdistanê bi Serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî serdana tevgera demokratîk ya Aşûriyan kir.
Di civînê de her du alî behsa rojeva siyasî û çend pirsên din yên girîng weke pirsa amade kirina destûra bingehîn ya Kurdistanê û hilbijartina Serokatiya Kurdistanê kir.
Piştî bi dawî hatina vê civînê her yek ji Serokê heyeta PDKê Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê tevgera demokratîk ya Aşûriyan Yunadem Kena di presskonferanseke hevbeş de behsa naveroka civînê kirin.
