Leşkeran li parlamenterê HDP’ê dan
Leşkerên Tirk li Roboskî Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu derb kirin û paşê gule berdan hewayê.
Li navçeya Roboski ya Qilebana Şirnexê xelkê xwest ku here zozanan lê ji aliyê leşkeran ve hatine astengkirin. Li ser vê yekê xelkê gundan ji bo protestokirina vê helwestê xwepêşandanek kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhad Encu jî piştgirî da xwepêşanderan.
Parlamenter Encu, li Zozana Şîrîtê ku doh leşkeran li wir êrîşî gel kiribûn lêkolîn kirin û di dema vegerê de leşkeran bombeyên gazê avêtin wesayîta wî.
Encu yê ji wesayîtê daket, xwest bi leşkeran re biaxive, lê leşkeran çek li Encu kişandin.
Encu êrîşa leşkeran wiha vegot: “Min got ez parlamenter im lêleşkeran çek li min kişandin. Ji min re gotin, ‘Tu ne wekîlê meyî, tu wekîlê xayîn û terorîstan î.’ Êrîşî min kirin û gotin, Hikûmet, ji dewletê ne mezintir e.’ Ez kirim nav xwe paşê gule berdan hewayî. Yên ev kirin leşkerên pispor û yên bi pere bûn.”
Encu diyar kir ku wê li ser van rûdanan dozê veke û gilî bike.
Basnews
