Heyeta PDKê li gel aliyên Mesîhî civiya
Heyeta PDKê îro li gel aliyên siyasî yên Mesîhî jî civiya.
Di çarçoveya civînên xwe yên li gel part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de, îro heyeta partiya demokrata Kurdistanê bi Serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî serdana part û aliyên siyasî yên Mesîhî jî kir û li gel partiya beytulnehreyin û partiya vetenî ya Aşûrî û her du civatên netewe û gelê Keldan civiya.
Di civînan de behsa pirsa hilbijartina Serokê Kurdistanê û çend babetên din yên rojeva siyasiya Kurdistanê hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku bo çareser kirina kêşeyên heyî aliyên siyasî lihev bikin.
Piştî bi dawî hatina civînê di presskonferanseke hevbeş de naveroka civînê jî hate eşkerekirin.
