• Wednesday, 18 February 2026
logo

Necmedîn Kerîm: Me daxwazên Kerkûkê gihand Barzanî

Necmedîn Kerîm: Me daxwazên Kerkûkê gihand Barzanî
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand, di serdana îro ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Kerkûkê de, wan kariye arîşeyên bajêr bigihînin Barzanî û wî jî têgihîştinek baş bo daxwazên Kerkûkê hebû.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm îro piştî civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di konfranseke rojnamevanî de ragihand: “Di dema serdana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê de, me karî mifayê ji derfetek biçûk werbigirin da ku beşek ji arîşeyên bajêrê Kerkûkê bixin pêşberî cenabê wî.”

Necmedîn Kerîm ragihand, wî ji Barzanî re gotiye: “Bûdceya Kerkûkê hatiye birrîn û guvaşek meizn a projeyên temamnekirî û mûçeyên fermanberan li ser me ye, li gel wê yekê jî, hejmarek zêde ya penaberan berê xwe dane vî bajêrî ku ti xizmetguzariyek ji wan re nîne û pêwîst e alîkariya wan bê kirin.”

Kerîm herwiha got: “Barzanî jibilî ku destxweşî li karûbarên îdareya Kerkûkê kir, bi hûrî guh li daxwazên me girt û têgihîştinek baş bo daxwazên me hebû.”

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji nişka ve serdana Kerkûkê kir û çû serdana eniyên şer ên li sînorê Kerkûkê û bi fermandeyên pêşmerge, îdareya bajêrê Kerkûkê, hêzên ewlehiyê û beşek ji partî û aliyên siyasî re civiya.

Rudaw
Top