zêdetir ji 10 gundên din hatin azad kirin
li Eyin Îsa zêdetir ji 10 gundên din ji aliyê şervanan ve hatin azadkirin.
Komîteya mafên mirovan ya Sûriyayê ragehand ku di çarçoveya şer û pevçûnên heyî yên di navbera şervanên YPG û terorîstên DIŞIê de, şerwanên YPGê karîne derbên mezin li terorîstan bidin.
Li gor daxuyaniya komîteya mafên mirovan, terorîstên DIŞIê dohê xwestibûn êrîşî ser bajarokê Eyin Îsa bikin lêbelê şerwanên YPGê bi tundî bersifa wan dan û derbeke dijwar li wan dan.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku şerwanên YPGê di çarçoveya êrîşên xwe de karîne 10 gundên din yên li devera Eyin Isa ji destê terorîstan rizgar bikin.
