“Tirkiye wek pêwîst dijî DAIŞê têkoşînê nake”
Du saziyên Tirkiyê derbarê nêrîna bijarteyên Rojhilatê Navîn li Tirkiyê rapirsiyek çêkirin. Di encama rapirsiyê de derketiye holê ku ji sedî 45ên beşdaran di wê baweriyê de ne ku hikûmeta AK Partiyê li hember rêxistinên terorê yên weke DAIŞ û El Nusrayê, zêde têkoşînê nake. Dîsa tê xuyakirin ku di nava beşdaran de her diçe sempatiya Tirkiyê kêmtir dibe. Rapirsî ji beşdaran pirsa dewletek Kurd ya serbixwe jî kiriye. Li gor encaman ji sedî 26ên beşdaran piştgiriya dewletek Kurd dane.
Bijarteyên Rojhilata Navîn bi çi nêrînê li polîtîkaya derve ya Tirkiyê dinêrin? Zanîngeha Fatîhê û Enstîtuya Stenbolê di nava bijarteyên Rojhilata Navîn de rapirsiyek çêkirin û li bersiva vê pirsê geriyan. Her du saziyan ji bo vê xebatê li deh welatên Rojhilata Navîn bi 581 kesî re hevdîtin pêk anîn ku di nava wan de şîe û suneyên ereb, kurd, cihû û tirkmenên weke welatên Misir, Sûriye, Filistîn û Iraq hene. Yek ji wan pirsên rapirsiyê jî derbarê serxwebûna Kurdistanê de ye.
Îbrahîm Bagişkan li Zanîngeha Fatîhê dibêje: “Em di vê rapirsiyê de dibînin ku sempatiya Tirkiyê her ku diçe di nava bijarteyên Rojhilata Navîn de kêmtir dibe. Me ji beşdaran pirsî ku têkiliyên kîjan welatî bi welatê we re baştire. Tenê ji sedî 15ê beşdaran gotiye Tirkiye. Herweha derbarê dewletek Kurdî ya serbixwe de jî me pirs kir. Ji sedî 26ên beşdaran bersivek erênî dane. Herî zêde li Iraq, Filistîn, Israîl û Libya beşdaran bersiva erênî dan. Ji sedî 36 li hember dewletek Kurdî ne.”
Li gor encamên rapirsiyê, ji sedî 45ê bijarteyan di wê baweriyê de ne ku hikûmeta AK Partiyê li hember têkoşîna rêxistinên terorî piştgiriyek zêde nade. Dîsa ji sedî 42ê bijarteyan dixwazin ku Tirkiye diyalogê li gel temamê ekterên herême bike.
Alîkarê Serokê Enistîtuya Stenbolê Savaş Genç dibêje: “Ez ne di wê baweriyê de me ku di demeke kurt de Tirkiyê careke din bibe xwedî bawerî. Divê careke din bi temamên ekterên herêmê re karibe biaxive. Li çend dewletan, nûnertiya Tirkiyê tineye û divê bi zanebûna ku DAIŞ xeteriyek herî mezin e, nêzîkî mijarê bibe. Herwiha divê baweriyê bide wan komên ku bandora DAIŞê li ser wan heye. Ji ber ku di wextê xwe de Enqere û Erbîl (Hewlêr) mafê jiyana Kurdên Suriyê bi hev re neparastin, niha PYD vî rolî bi awayekî xurt pêk tîne.”
Di nava kesên beşdarî lrapirsiyê bûne de hejmareke zêde kes di wê nêrînê de ne ku divê li Sûriyeyê agirbest bê îlankirin. Hejmara van kesan ji sedî 40ê hemû bijarteyan e. Ji sedî 38 jî ji Tirkiyeyê daxwaza piştgiriya hêzên dijbereyê dikin.
Rudaw
