• Wednesday, 18 February 2026
logo

Firekesyonên YNK, Goran, Komel û Yekgirtû daxuyaniyek belav kirin

Firekesyonên YNK, Goran, Komel û Yekgirtû daxuyaniyek belav kirin
Di daxuyaniya xwe de her çar firekesyon dengoyên derbarê hewldana wan bo kêm kirina kursiyên pêkhateyên Kurdistanê di perlementoyê de red dikin.

Her çar firekesyonên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Komeleya Islamiya Kurdistanê(Komel) û Yekgirtû Islamiya Kurdistanê(Yekgirtû) daxuyaniyek derbarê kursiyên pêkhateyên Kurdistanê di perlementoya Kurdistanê de belav kirin.

Ew her çar firekesyon di daxuyaniya xwe de red dikin ku wan hewlên kêmkirina kursiyên pêkhateyên Kurdistanê di perlementoya Kurdistanê de dabin, “Ne berê û ne niha û ne paşereojê de wan ev hewil nedane û nedidin.”

Daqê daxuyaniyê

Axa Kurdistanê axa pêkvejiyan, aştî û parastina mafê hemî netewe, ol û pêkhateyane, ew maf di yasa de hatiye tesbît kirin û dibe ku erkê me hemiyane ku em vê yasayê keştirbikin, di vê pêvajoyê de em bergiriyê di ber wan mafan de dikin ji aliyekî di rêka destûrêa Kurdistanê ku hîna di asta admadekirinê de ye û ji aliyekî din ve di rêka perlementoya Kurdistanê ku bilintirîn dezegeha niştmaniye ji bo dana birar û yasayan û parastina mafan erkê perlemento ye.

Lewma em di rêya perlementoyê de hemî dengoyên ku behsa hewlidanên me bo kêmkirina kursiyên pêkhateyên Kurdistanê di perlemento de dikin red dikin û em tekez dikin ku ne niha û ne jî di paşerojê de ev tişt nebûye û nabe jî, belkî em niha bergiryê di ber mafê pêkhateyan de dikin û em dixwazin ku nûnerên wan yên rasteqîne nûnertiya wan bikin di perlemento û encûmenên parêzgehan de jî û em naxwazin vê milmilaniya siyasî bikin ku perjwendiyê hin aliyan de tê de heye.

Dûbare em van dengoyan bi temamî red dikin û em piştevaniya xwe bo mafên pêkhateyan bi mebesta serkeftin û hilbijartina nûnerên xwe yên rasteqîne dikin, ji bo ku di encûmanên helijartî de bergiriyê li mafên xwe bikin û ew jî dikeve xizmeta piroseya demokrasiyê û parastine pêkvejiyana aştiyane li Kurdistanê.

Firekesyona YNKê

Firekesyona Goran

Firekesyona Yekgirtû Isalmî

Firekesyona Komeleya Islamî

Basnews
Top