• Wednesday, 18 February 2026
logo

Agahiyên herî dawî li ser şerê Şingalê

Agahiyên herî dawî li ser şerê Şingalê
Hêzên pêşmerge êrişa çekdarên DAIŞê li Şingalê têkbirin û li gor agahiyan heya niha zêdetirî 25 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.Hat ragihandin, ku di vî şerî de tenê çend pêşmerge bi sivikî birîndar bûne û ti pêşmergeyek şehîd nebûye.

Fermandeyê Lîwaya 8 a Hêza Pêşmerge li Şingalê, lîwa Haşim Sîteyî ji Rûdawê re ragihand: “Çekdarên DAIŞê li hemû aliyan ve êrişî hêzên pêşmerge kirin û hêzên pêşmerge jî bi tundî bersiva êrişa wan dan û di encam de li gor agahiyan heya niha 25 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.”

Haşim Sîteyî herwiha got: “DAIŞê bi rêya 4 otomobîlên bombekirî û çend çekdarên xwekuj dest bi êrişê kir, lê çekdarên xwekuj ên DAIŞê ji aliyê pêşmerge ve hatin kuştin û 2 otomobîlên bombekirî jî hatin teqandin, 2 otomobîlên din jî hinek nêzîkî çeperên hêzên pêşmerge bûn, lê piştre ew jî hatin teqandin.”

Wî fermandeyê hêza pêşmerge herwiha da xuyakirin, jibilî çekdarên xwekuj ên DAIŞê ku hatin kuştin, zêdetirî 25 termên çekdarên DAIŞê ketine ber destê hêzên pêşmerge û dibe ku kuştiyên DAIŞê zêdetir bin.

Haşim Siteyî herwiha ragihand, baalfirên hevpeymanan jî zêdetirî 7 caran êrişî çekdarên DAIŞê kirin û cihên wan bombebaran kirin.

Rudaw
Top