“Erdogan encamên hilbijartinan qebûl nekiriye”
Dengîr Mîr Mehmet Firat ji çapemeniya Tirkiyê re diyar kir ku, Erdogan berî ku hilbijartina pêşwext bibe rastiyek, dê serî li hemû bijardeyên çêkirina hikûmeteke hevpeymaniyê ku AKP têde zirarê nebîne, bide.
Firat anî ziman ku,qada ku niha serokomarê Tirkiyeyê têde dilîze û guvêşên xwe lê dike, partiya CHPê û MHPê ye,dixwaze bi yek ji wan re hikûmetê çêbike, lê piştî ku wan lawaz bike.
Perlemenetrê HDPê yê Mêrsînê rexne li serokê Partiya Millî ya Neteweperest (MHP) jî girtin û got,yê ku hîşt namzedê AKPê bo serokatiya parlamentoyê Îsmet Yilmaz serbikeve, tenê Serokê MHPê Devlet Bahçelî ye.
Wek tê zanîn MHPê di tora çarem a hilbijartina serokê pparlamentoyê de ku di roja 1ê Tîrmehê hat pêkanîn, dengên vala avêtin sinduqê û bû sedema serkeftina namzedê AKPê Îsmet Yilmaz.
Rudaw
